Hewldanên Amerîkayê ji bo talankirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê
Bi eşkerekirina naveroka peymanên niftê navbera şîrketên Amerîkayê û berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê pispor û rayedarên Iraqê derbarê talankirina darayî û çavkaniyên xwezayî yên vî welatî ji hêla şîrketên amerîkî ve agahî dan û bang li hikûmeta navendî ya Iraqê kirin ku vê talankirinê rawestîne.
Pispor û siyasetmedarên iraqî van rojana derbarê xeterên bandora şîrketên niftê yên Amerîkayê li Herêma Kurdistana Iraqê û hewldanên wan jibo talankirina dayariya neteweyî ya Iraqiyan hişyarî didin. Moîn Kazimî, endamê Komîsyona Darayî ya Parlemana Iraqê, ragihand ku şîrketên niftê yên Amerîkayê yên çalak li Herêma Kurdistana Iraqê ji ber xercên zêde yên derxistinê û qezencên zêde yên ku ji berîka gelê Iraqê bi dest dixin, rasterast di zêdekirina zirarên Iraqê ji dahatên niftê rola xwe hene û bêdengiya berdewam a hikûmeta navendî ya Iraqê li himber hebûna berdewam a van şîrketan binpêkirinek eşkere ya serweriya neteweyî ya Iraqê ye. Wî tekez kir: Hebûna van şîrketan talankirina darayiyên neteweyî di ser navê veberhênana biyanî berdewam dike ku ev yek nayê qebûlkirin û ser xêra berjewendiyên aborî yên Iraqê nîne.Hemze Cewahirî, karzanê warê niftê li Iraqê jî bi rexnekirina plana şirketên amerîkî yên hinardekirina nifta Iraqê bi rêya bendera Cêyhanê ya Tirkiyê ku xerceke du qatî pêka hinardekirina bi rêya Kendava Farsê datîne ser milê Iraqê derbarê vê talankirinê de hişyarî da.
Hisên Kerkûkî, çalakvanê siyasî jî derbarê xeterên perspektîva siyasî û aborî ya Herêma Kurdistana Iraqê hişyarî da û tekez kir ku peymanên nezelal ên niftê li Herêma Kurdistana Iraqê bi şirketên amerîkî re bandorek mezin li ser gurkirina qeyranan û kûrkirina nakokiyên di navbera aliyên Herêma Kurdistana Iraqê de kiriye lewma pêwîst e ku hikûmeta navendî û hêzên siyasî yên Iraqê ser parastina serweriya Iraqê derbarê van talankirinên niftê li Herêma Kurdistana Iraqê ji aliyê şirketên amerîkî ve bêdeng nemînin.