Îlon 21, 2025 12:32 Asia/Tehran
  • Ji bo dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê hîna demek nehatiye kivşkirin

Serokê Tevgera Helwesta Niştîmanî ragihand ku hîn demek diyarkirî ji bo destpêkirina hinardekirina Nifta Herêmê bi rêya Sumoyê û dayîna mûçeyên karmendan nehatiye kivşkirin.

Elî Heme Salih ragihand: Lêkolînên min nîşan didin ku heta niha ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina nifta Herêmê bi rêya Şîrketa Sumoyê her wiha dayîna mûçeyên karmendan demek diyarkirî nehatiye kivşkirin. Wî herwiha got: Îro, nifta xav a Herêma Kurdistana Iraqê li bazarên navxweyî bi bihayên di navbera 33 û 36 dolaran de tê firotin.

Axiftinên Elî Heme Salih di demekê de ne ku çend demjimêran berî nika Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ragihand ku rêkeftinek di navbera şîrketên niftê yên li Herêmê kar dikin û hikûmeta federal de hatiye îmzekirin û ew hêvî dike ku hikûmeta federal sozên xwe yên li hember Herêma Kurdistanê bicîh bîne.

Serepeyv