Kêmbûna sedî 80 ya alîkariyên navneteweyî ji bo kampên awareyan
Rêvebirê Dayreeya Karûbarên Koçberî û Awareyan a Dihokê ragihand ku alîkariyên navneteweyî û yên NY ji bo awareyan di du salên derbasbûyî de sedî 80 kêm bûne û hikûmeta Iraqê tu alîkarî neşandine.
Pîrdiyan Ceifer dilnigeraniya xwe derbarê kêmbûna zêde ya alîkariyên mirovî da diyarkirin û got: Ji sercem 20 kampên heyî, 15 kampên taybet ji bo awareyên navxweyî û 5 kamp jî ji bo penaberan in. Wî tekez kir: Di du salên derbasbûyî de, alîkarî û piştgiriyên rêxistinên navneteweyî û NY sedî 80 kêm bûne. Berevajî vê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê barê giran ê dabînkirina xercên xizmetguzariyên bingehîn daye istûyê xwe û her mehê bi milyaran dînarî xerc dike. Pîdiyan Ceifer her wiha got ku xwarin û pêdiviyên bingehîn pir kêm bûne û di du sal û nîvên borî de tu xwareke wek alîkarî neghêştiye penaberan.