Fermana girtinê jibo Lahûr Şêx Cengî û Ejî Emîn hat dayîn
Li gorî fermana Dadgeha Lêkolînê ya Ewlehiyê ya Silêmaniyê Lahur Şêx Cengî, serokê Bereya Gel, û Ejî Emîn, serokê Encumena Ewlehiyê ya li Hewlêrê, her du jî li gorî madeyên 56 û 406 ên Qanûna Cezayê Iraqê têne cezakirin.
Li gorî fermana girtinê ya ku ji hêla Dadgeha Lêkolînê ya Ewlehiyê ya Silêmaniyê ve di 21ê Mijdarê de hatiye dayîn, dadwer Peştîvan Tahir ji bo Lahur Şêx Cengî li gorî madeyên 56 û 406 ên Qanûna Cezayê Iraqê fermana girtinê da.
Di fermanek din de ku ji hêla Dadgeha Lêkolînê ya Ewlehiyê ya Silêmaniyê ve di 23ê Mijdarê de hatiye dayîn, heman dadwer li gorî madeyên 56 û 406 ên Qanûna Cezayê Iraqê fermana girtinê ji bo Ejî Emîn derxist.
Li gorî her du fermanên girtinê, Lahûr Şêx Cengî û Ejî Emîn bi beşdarbûna di şerê Lalezarê de, kuştina sivîlan, çêkirina aloziyê û hewldana jibo terorê û her weha têkdana ewlehiya neteweyî têne tawanbarkirin.