Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê girîngatîyê dide peywendîyên tev Îranê
Serokê Herêma Kurdistanê got: Herêma Kurdistanê girîngatîyeke taybet dide peywendîyên dîrokî yên bi Komara Islamî ya Îranê ra.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina tev Parêzgarê Azerbaycana Rojava da ku li Hewlêrê pêk hat, got: Herêma Kurdistanê dixwaze hevkarî û danuistandin di hemî waran da bên berfirekirin.
Riza Rehmanî Parêzgarê Azerbaycana Rojava jî pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê hez dike peywendîyên tev Herêma Kurdistanê di hemî waran da berfire bike. Wî herwiha got ku asta peywendî û hevkarîyên di navbera parêzgehên Azerbaycana Rojava û Hewlêrê da baş e û ji ber lihevkirinên ji bo xurtkirina ticaretê û hêsankirina hatin û çûyîna li derîyên sînorî û seredana zîyaretkerên mezhebî ji rêya Herêma Kurdistanê bo başûra Iraqê kêfxweşbûna xwe dîyar kir.
Di vê hevdîtinê da çend pêşnîyar têkildarî çawanîya çêtirkirin û hêsankirina hatin û çûyîna ji rêya derîyên sînorî û xurtkirina ticareta di navbera her du alîyan da hatin hilêxistin û hilkolandin.