Hevdîtina taxima îranî bi serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê re
Taximek ji Îranê bi serokatiya parêzgarê Azerbaycana Rojava bi serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, îro pêşwaziya taximeka fermî ya îranî bi serokatiya parêzgarê Azerbaycana Rojava kir û di vê hevdîtinê de her du aliyan li ser geşkirina peywendiyên dualî bi taybet di warên berfirehkiirna danûstandinên bazirganiyê û hêsankirina hatûçûna geştyaran di navbera her du aliyan de gotûbêj kirin.
Taxima îranî herwiha ji ber hevkarî û pêkanîna şert û mercên guncaw ji bo ziyaretkarên îranî yên warên pîroz ên li Iraqê, sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê kir.
Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, berî nika di hevpeyvînekî da gotibû Herêma Kurdistana Iraqê rêzê li peywendiyên xwe yên bi hemû welatan re ji wan Îranê digire û qet tevlî pîlana dijî welatên cînarê xwe nabe û qet serekaniyê gefa dijî van welatan nebûye.