Pêgirîya NY ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê
Hezîran 11, 2025 16:01 Asia/Tehran
Endamên Konseya Ewlehiyê ya NY tekezî ser pêwîstiya pêkanîna bilez a kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê kirin.
Di civîna nû ya endamên Konseya Ewlehiyê ya NY da her wiha tekezî ser çareserkirina nakokiyên heyî di navbera Hewler û Bexdayê de bi rêya gotûbêja avaker hat kirin.
Mihemed Hesen, Serokê Desteya Alîkar bo Iraqê ya NY got: Divê têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê ser bingeha hevkariya berdewam û li gor destûra bingehîn a Iraqê, berdewam bikin da ku pirsgirêkên mayî bi awayekî kêrhatî werin çareser kirin.