Gireva karmendên Silêmaniyê ji ber nedîyarbûna dema dayîna miaşê wan
Hezîran 11, 2025 14:22 Asia/Tehran
Ji ber paşdemayîn û nezelaliya dema belavkirina miaşa meha Gulanê, hejmarek ji karmendên Silêmaniyê ketine grevê.
Karmend neçûne ser kar û dewamê û ragehandine ku heta rewşa miaşa wan neyê zelalkirin ew dê venegerin ser karê xwe.
Ev alûgur di demekê de diqewimin ku çavkaniyekê li Herêma Kurdistanê çend rojan berê ragihandibû ku hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê neçar kiriye ku tevhaiya dahata xwe raberî Bexdayê bike û heta ku şertê Bexdayê neyê qebûlkirin, ti muzakire di navbera Bexda û Hewlêrê de derbarê mişaşa meha Gulanê de nayê kirin.