May 26, 2025 18:05 Asia/Tehran
  • Parêzgara Helebçeyê Daxwaza berfirehkirina hevkariyê bi Îranê re kir

Parêzgara Helebçeyê tekezî ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariya aborî, çandî û akademîk di navbera Helebçe û Îranê kir û derbarê îmzekirina hevhatinnameya hevkariyê bi parêzgehên Kurdistan û Azerbaycana Rojava agahî da.

Nuxşe Nasih di hevpeyvînekê de li sefera xwe ya Sineyê, bal kişand ser piştgiriyên berdewam yên Komara Îslamî ya Îranê ji gelê Helebçeyê di 37 salên borî de, nemaze di dema karesata bombebarana kîmyewî de û tekezî ser pêwîstiya berfirehkirina  têkiliyan di warên aborî, bazirganî, çandinî, çandî û zanistî  kir.

Parêzgara Helebçeyê her wiha rola sereke ya sînorê Şuşmî di xurtkirina têkiliyên mirovî di navbera her du aliyên sînor de tekezî kir û daxwaz kir ku zirûfên vê deriyê sînorî werin zêdekirin.

Nuxşe Nasih behsa piştgiriya Îranê ji bo gelê Helebçeyê di 37 salên borî de kir û got ku Helebçeyê di warên din de,  ji van  geşatiya bazirganî, aborî, çandinî, çandî û zanistî û akademîk, hewceyê hevkariya Îranê ye.

Serepeyv