Parêzgarê Dihokê: Em ji PKK`ê dixwezin ji parêzgeha me derkeve
May 16, 2025 18:30 Asia/Tehran
Parêzgarê Dihokê di civîneka çapemeniyê da got: Ji ber şerrê çekdarî yên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de zirara herî zêde li parêzgeha Dihokê ketiye û nêzî sedî 30`ê gundên vê parêzgehê kawil bûne û bi tevahî vala bûne. Sedema sereke ya venegeriyana xelkê bo warên xwe, siyasetên PKK`ê ne.