Helebçe bû parêgzgeha 19`an a Iraqê
Nîsan 29, 2025 14:18 Asia/Tehran
Letîf Reşîd, serokomarê Iraqê, qanûna parêzgehbûna Helebçê îmze kir.
Taximek ji parêzgeha Helebçê di vê merasimê de beşdar bû û ev belgeya qanûnî, radestî Nuxşe Nasih, parêzgara demkî ya Helebçê bû.
Du hefteyan berî nika hevgavê salvegera bombebarana kîmyewî ya Helebçê û bona rêzgirtina malbatên goriyên bombebarana kîmyewî ya helebçê ji aliyê Rejîma Sedam ve, veguherîna Helebçê li parêzgeheke serbixwe bi armanca zêdekirina xizmetkirinê hat pejirandin.