72 palîngehên neqanûnî li Herêma Kurdistanê hatine girêdan
Berdevkê Navenda Jîngehparêziya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku li Herêma Kurdistanê 72 palîngehên neqanûnî hatine girêdan.
Dr.Senan Ebdullah. Rêvebirê Dayireya Jîngeparêzî û Berdevkê Navenda Jîngehparêziya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê bi ragehandina vê yekê ku ji sala 2024`an ve 59 palîngehên neqanûnî li Herêma Kurdistanê hatine girêdan got: Divê palîngehên din jî pabendî şert û rêzikên parastina jîngehê bin ku ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ve hatine danîn, neku dê bên girêdan.
Wî bal kişand ser wê yekê ku li Herêma Kurdistana Iraqê 138 palîngeh dixebitin û got li Hewlêrê 2 palîngehên fermî û li Silêmaniyê jî palîngehek îzna xebatê hene. Dr. Senan her wiha got, Li Dihokê 413 û li Hewlêrê 59 palîngehên neqanûnî hatine girêdan.