Nîsan 14, 2025 17:02 Asia/Tehran
  • Dawiya dawî Helebce wek parêzgeh hat ragehandin

Plana ragehandina Helebcê wek parêzgeh îro li civîna parlemana Iraqê hat pejirandin û bi vî awayî Helebce wek nozdehemîn parêzgeha Iraqê hat ragehandin.

Îro li civîna parlemana nûneran a  Iraqê  de çend mijar ji wan plana wek parêzgeh naskirina Helebceyê hat nirxandin û li vê civînê plana wek parêzgehbûna Helebceyê bi piraniya dengên nunerên parlemanê hat pejirandin.

 Amanc Rehîm Sekreterê desteya wezîran a Herêma Kurdistanê di axiftinekê de nûçeya pejirandina yasaya parêzgehbûna  Helebceyê ragehand û got: Ev yasa bi piraniya dengên nûnerên parlemanê hat pejirandin.

 Xelkê Helebceyê ku ji ber bombebarana kîmyewî ya Rejîma Seddam û xemsariya berpirsan di salên borî de  rastî gelek pirsgirêkan hatine hêvî dikin bi parêzgehbûna Helebceyê beşek ji pirsgirêkên wê çareser bibin.

Serepeyv