Tekeziya Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor ser azadkirina nûçegîhanên hewskirî li Herêma Kurdistanê
Adar 17, 2025 17:09 Asia/Tehran
Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor bang li rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê kir ku demildest 2 rojnamegerên girtî serbest berdin.
Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor bi daxuyaniyekê daxwaza azadkirina Beşdar Baziyanî û Şêrvan Şêrvanî kir. Vê saziya navneteweyî ragihand ku girtina van du rojnamevanan ji aliyê rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê ve, bi tawanên bêbingeh û bi armanca fetisandina dengê rojnamevanên rexnegir hatiye kirin.
Beşdar Baziyanî roja 28ê Sibatê li Silêmaniyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên kurd hatibû girtin.
Şêrvan Şêrvanî, rojnamevanekî din ê lêkolîner ê li Herêma Kurdistanê ye ku gelek caran hatiye girtin, di sala 2023ê de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi 4 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.