Yekêtî: Şert û mercên me ji bo pêkanîna kabîneya dehem a herêmê ne zehmet in
Adar 03, 2025 19:25 Asia/Tehran
Endamê Polîtboroya Yekîtiya Nîştimanî Kurdistana Iraqê ragihand ku şert û mercên vê partiyê ji bo pêkanîna kabîneya nû ne zehmet in.
Derbaz Kosret Resûl , Endamê Polîtboroya Yekîtiya Niştimaniya Niştimaniya Kurdistan Iraqê ragehand ku şert û mercên vê partiyê ji bo pêkanîna kabîneya nû ne zehmet in û armanca wê ya sereke tenahiya xelkê Herêma Kurdistanê û sererastkirina rêya hikûmetê ye.
Endamê Polîtboroya Yektîyê di dewamê de îdia kir em dixwazin dema nû ya pêknaîna hikûmetê li herêmê bibe dawiya dewra hizbî di nava hikûmeta herêmê de û xelk bi xwe biryarê li ser kêşeyên xwe bidin, di kar û bazara xwe de azad bin, ti kes li ser wan serdest nebe û mal û milkên wan neyên desteserkirin.