Herêma Kurdistana Iraqê mazûvanîya milyonek awareyan dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i353561-herêma_kurdistana_iraqê_mazûvanîya_milyonek_awareyan_dike
Nêzî milyonek aware ji wan 350 hezar derbiderên ji Şingalê hê jî nekarîne bizvirin herêm û malên xwe.
(last modified 2025-02-26T11:43:31+00:00 )
Sibat 26, 2025 13:29 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistana Iraqê mazûvanîya milyonek awareyan dike

Nêzî milyonek aware ji wan 350 hezar derbiderên ji Şingalê hê jî nekarîne bizvirin herêm û malên xwe.

Sirwe Resûl Ser-rêvebira Navenda Kontrolkirina Qeyranên Herêma Kurdistana Iraqê got ku di sala 2014ê da hevgavê destpêbûna êrişên DAIŞê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû mazûvana 2 milyon aware û penaxwazan.

Wê pêgirî kir ku nika nêzî milyonek aware û penaber hela jî li Herêma Kurdistanê dijîn û gellek hokar bûne sedema venegerîna wan û heta nika jî rêçareyek ji bo vê rewşê nehatîye peydakirin. 

Sirwe Resûl Ser-rêvebira Navenda Kontrolkirina Qeyranên Herêma Kurdistanê herwiha got: Ji wê hejmarê, 350 hezar kes awareyên ji Şingalê ne ku hela jî nezvirîne herêmên xwe.