Sûdanî daxwaza bilezkirina hinartina nifta Kurdistanê bi rêya Tirkiyê kir
Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina li gel Serokê Herêma Kurdistana iraqê li Bexdayê, tevî gotûbêja li ser meselên dualî ser girîngiya bilezkirina berhemanîna û hinartina nifta herêmê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê tekez kir.
Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê îro şemiyê li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya El-Sudanî re hevdîtin û gotûbêj kir. Di vê hevdîtinê de, her du aliyan behsa dosiyên herî giring û mijarên neteweyî û şopandina demajoya cîbicîkirina bernameyên hikûmetê di beş û warên curbicur de kirin.Herwiha Sûdanî û Barzanî tekezî ser girîngiya pêşdebirina cîbicîkirina rêkeftinên hevbeş bi taybetî di saya pejirandina guhertina herî dawî li qanûna budceya giştî ya Federalî li parlemanê kirin.
Serokwezîrê Iraqê di vê hevdîtinê de tekezî ser bilezkirina karên şîrketên niftê yên Herêma Kurdistanê bo destpêkirina berhemanîn û hinartina niftê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê kir.Ji hêla din ve Serokê Herêma Kurdistanê tekezî ser berdewamiya peywendî û hevkariya li gel hikûmeta federalî ji bo hemahengiya di hemû warên xizmetguzarî û aborî de, di çarçoveya geşepêdan, xizmetguzarî û bihêzkirina îstiqrar û ewlehiyê de kir.