Palpiştiya gelemperî ji gireva mamosteyan li Herêmê
Gireva mamoste û karmendan li Herêma Kurdistana Iraqê berdewam e û nerazî li ser vî yekî pêgîrî kirin ku heta dema ku daxwazên wan cih neyên, paşda nakişin.
Bi sedan mamosta û çalak û hevwelatiyê Herêma Kurdistana Iraqê ji bo diyarkirina piştgîriya xwe berê xwe dane xêweta ku mamoste têde gireva birçîbûnê li dar xistine û daxwaz dikin ku bi armanca dayîna miaşê wan di dema xwe da û vegerandina miaşên paşdamayî, zexta li ser desthilatdaran were zêde kirin. Eva şeş roj in mamosta û karmend bona nîşandana nerizamendiya li hember paşdaketina miaşan û dijwarbûna debara jiyana xwe, gireva birçîbûnê li dar xistine. Îro jî sê kes ji wan ji ber têkçûna rewşa tendirustiya wan, veguhestin nexweşxanê. Nûnerê giştî yê mamosteyên girêbest jî duh şev ragihandibû: Îro Yekşemiyê li Hewlêrê li ber Civata Wezîran û li Dihokê li ber Perwerdehiya Giştî wê xwenîşandanê li dar bixin ku ev kes ji aliyê hêzên Asayişa Herêmê ve hat girtin.
Civata mamosteyên nerazî yên Şarezûrê jî peyameka tund li ser gireva mamosteyên nerazî yên Silêmaniyê bilav kir û ragihand: Em wekî Civata mamosteyên nerazî yên Şarezûrê, tevî gelek têbînî û fikarên me yên li ser şêwaz, dem û meşandina vê çalakiya pirrkêşe; Ku hema ji ber vê yekê em dereng hatin vê çalakiyê; di eynî demê da em piştgîriya xwe ji bo hevrêyên xwe yên di girevê de radigihînin.
Mamosteyên Komelê jî li hember girevgirtina mamoste û karmendên nerazî bertek nîşa dan.
Di eynî demê de Civaka Gelemperî ya Mamoste û Karmendên Nerazî peyamek weşandin û ragihandin, sibê Duşemiyê wê xwenîşandana xwe ya herî mezin a di salê da, li bajarê Silêmaniyê li dar bixin. Di vê rewşê de vê civakê daxwaz ji hemû mamoste û karmend û çîn û qatên curbicur û hevwelatiyên bivîjdan û bi helwêst yên hemû bajar û bajarokan kir ku piştgîriyê bidine vê girev û xwenîşandanê û beşdarî vê xwenîşandanê bibin.