YNK: Heta serê salê wê miaşê mehên 11 û 12`an were
Kanûn 24, 2024 19:20 Asia/Tehran
Çavkaniyek li wezareta darayî da zanîn ku biryar e mûçe heta nîveka hefteyê were û got: Em li bendê ne ku mûçeyê meha Kanûnê beriya sersalê were dayîn.
Çavkaniya hanê eşkere kir ku, Îraqê biryar daye heta 31`ê Kanûnê dabeşkirina mûçeyan bidûmîne, lewma dibe ku miaşa meha 12`an, beriya sala nû bigihîje.
Li gorî agahiyan, nameya şandina 430 milyar miaşê ku Teyîf Samî îmze kiriye, gihiştiye Herêma Kurdistana Iraqê, lê heta niha ew pere nehatiye şandin.