Yekemîn civîna dewra şeşem a parlemana Herêma Kurdistanê
Yekemîn civîna dewra şeşemîn a parlemana Herêma Kurdistanê îro hat li dar xistin.
Îro yekemîn civîna dewra şeşem a parlemana Herêma Kurdistanê hat lidarxistin û di destpêka civînê de, piştî xwendina çend ayetên Quranê, temendirêjtirîn berbijêrê beşdar di nav serketiyên dewra şeşem a parlemana Kurdistanê de, ji aliyê Serokê dîwana parlemanê ji bo sondxwarinê û lidarxistina civînê, li gorî naveroka xala duwemîn a madeya 11 û xala yekem a madeya 12 ya rêziknameya navxwe hat vexwendin.
Ji bo Serokatiya Parlemana Herêma Kurdistanê 2 nûner ji partiyê, 2 nûner ji Yekitî û nûnerek ji Cîla nû( Newey nû) navê xwe qeyd kirine.
Eva yekemîn civîna dewra şeşem a parlemana Herêma Kurdistanê ye ku piştî 15 mehan rawestiyanê xebata xwe destpê dike.