Sibê wê encamên hilbijartinên Parlimana Herêmê bên ragihandin
Berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê dema ragihandina encamên dawîn ên hilbijartinên dewra şeşan a Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê aşkira kir.
Cûmane Xelay, berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê got: Demjimêr 10`ê sibeha sibê Çarşemiyê, 30`ê Cotmehê wê encamên dawîn ên hilbijartinên dewra şeşan a Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê li nûneratiya Lijneya Navendî ya komîsyonê li bajarê Hewlêrê, were ragihandin.
Duh Duşemiyê şanda civata komîserên Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê çûne Hewlêrê û amadekariyên xwe ji bo ragihandina encamên dawîn ên hilbijartinên dewra şeşan a Parlimana Kurdistanê kuta kirin.
Hat ragihandin îro Sêşemiyê, şanda civata komîseran li bara şopandina dozên ku li ser dosiyeya hilbijartinan hatine tomarkirin, civînek li dar xist ji bo ku sibê Çarşemiyê encamên dawîn bên ragihandin. Li gorî agahiyan, sibê Çarşemiyê ji bilî ragihandina encamên dawîn ên hilbijartinan, navê berendamên ku hatine bijartin jî wê bên aşkerakirin û piştî ragihandina encamên dawîn, ji bo diyarkirina nerizamedniya li hember encamên hilbijartinê, sê roj derfet heye.