Cotmeh 20, 2024 16:35 Asia/Tehran

Dewra şeşan a hilbijartina Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê, îro hate lidarxistin.

Saet 7’ê sibeha îro Yekşemiyê, dengdana giştî ji bo dewra şeşan a hilbijartina Parlimana Herêma Kurdistanê destpê kiriye. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya hilbijartinên Iraqê ragihand, rêjeya beşdarên dengdanê li her çar bazineyên Herêmê sedî 51 bûye.Li gorî amarên komîsyonê, asta beşdariya dengderan li parêzgeha Dihokê sedî 31 û li Hewlêrê sedî 34 û li Silêmaniyê sedî 29 û li Helebçê sedî 33 bûye Li gorî daneyên Komîsyona Hilbijartinên Iraqê 16 konsûlxaneyên welatan, 15 rêxistin û 22 saziyên navnetewî yên ragihandinê; 9 hezar û 610 rêxistin û çavdêrên navxweyî û 43 hezar û 139 nûnerên aliyên siyasî, çavdêriya pêvajoya dengdana giştî ya dewra şeşan a Parlimana Kurdistanê dikin. Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinên Iraqê, navê hezar û 191 berendaman bo hilbijartina dewra şeşan a Parlimana Kurdistanê pejirandiye.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku di pêvajoya dengwergirtinê da ti pirsgirêkeka teknîkî tine û wê di 24 saetên dahatî da encamên berayî bên ragihandin.

 

Serepeyv