Hişyariya endamekî YNK`ê li ser xetera awaretiya xelkê 600 gundan ji ber êrişên Tirkiyê
Hîwa Mihemed, endamê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurditana Iraqê got: Hêzên dagirkir ên Tirkiyê wisa kirine ku xelkê 600 gundên li parêzgeha Dihokê li ber awaretiyê ne.
Hîwa Mihemed, endamê YNK`ê amajeyî vê yekê kir ku êrişa Tirkiyê ser hin navçeyan li Herêma Kurdistana Iraqê bi behaneya hebûna PKK di van navçeyan da bi armanca dagîrkirin axa Iraqê cih tê û got: Di encama vê êrişê da bi sedan malbatên gundewaran ji malên xwe aware bûne û zêde ji 600 gund ji ber dewama operasiyona artêşa Tirkiyê li ber xetera valabûnê ne.Hîwa Mihemed bi pêgîriya li ser vê yekê ku hikûmetên Federal û Herêma Kurdistana Iraqê li hember vê êrişa Tirkiyê de bêdeng mane û ti kareka cidî bona sekinandina van êriş û destdirêjiyên Tirkiyê nakin û destnîşan kir: Ev bêdengiya Bexda û Hewlêrê hevhatineka sêalî ya ji berê ve li ser êrişa Tirkiyê û dagîrkirina hin pişkên axa Iraqê nîşan dide.