Teqeziya Mihemed El-Ziyadî ser pêwîstiya şermezarkirina êrişên Tirkiyê ser bakurê Iraqê ji aliyê Bexdayê ve
Tîrmeh 17, 2024 10:35 Asia/Tehran
Muhemed El-Ziyadî , Nûnerê Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê li Parlemana Iraqê ji hikûmeta federal û meclisa nûneran xwest ku der barê dagirkirina herêmên li bakurê Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve helwesteke cidî nîşan bidin.
Muhammed El-Ziyadî Nûnerê Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê li Parlemana Iraqê diyar kir ku divê hemû tevgerên siyasî yên Iraqê li hemberî êrişa Tirkiyê ser Bakurê Iraqê helwesteke tund nîşan didin û got: Divê em refên xwe bikin yek ji bo ku em pêşiya êrişên Tirkiyê ser Herêam Kurdistanê bigrin.
El-Ziyadî diyar kir: Sefera şandên ewlehiyê bo Hewlêrê divê bibe rastî û rê li ber dagîrkirina navçeyên bakurê Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve were girtin.