Hezîran 24, 2024 15:48 Asia/Tehran
  • Endamê Yekîtiyê: Hegera şewatên vê dawiyê li palîngehên herêmê,nakokiya di navbera mafiyayên kurd e

Endamê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê got:Hegera şewatên vê dawiyê li palîngehên herêmê,nakokiya di navbera mafiyayên kurd e.

Faîq Êzidî, Endamê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di hevpeyvînekê de  weke berteka li himberî şewatên vê dawiyê yên palîngehên Herêma Kurdistanê got ku, asta gendelî û xemsariya  derbarê niftê li herêmê eşkere ye û ev gendelî herêmê li bermaber bûyerên bi vî rengî metirsîdar dike.Wî got:

Depoyên niftê  li herêma Kurdistanê bê ruxset û neqanûnî ne û hejmartina wan zehmet e û weke bombeyeke sietê tên hesabê. 

Êzdî her wiha got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti îzneke qqanûnî ji boderxistian niftê nîne û Partiya Demokrata Kurdistanê jî qanûnan berçav nagre û heta niha jî li hember pêşnumaya nift û gaza Iraqê rawestaye û dixweze ku valahiya yasayî ya li dosiya niftê bimîne  ku mecaleke zêdetr bo talankirina  niftê hebe. 

Vî endamê yekitiyê derbarê qaçaxkirina niftê ji benderên neqanûnî yên herêma Kurdistanê, daxwaz ji hikûmeta federal kir ku deriyên sînorî yên herêmê kontrol bike ku rê li ber qaçaxkirina nift û dermanan bê girtin, ji ber ku ew derbasgeh nenas  û neqanûnî  ne  mal û milk û tenduristiya welatiyan dixin xeterê. 

 

Serepeyv