Hezîran 22, 2024 16:26 Asia/Tehran
  • Cumane Qelay: Du partiyên nû û 20 berbijarên serbixwe amadebûna xwe ji bo beşdariya di hilbijartinên parleana Kurdistanê de ragihandine

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, du partiyên nû yên Kurdistanê amadebûna xwe ji bo beşdariya di hilbijartinên Parlemana Kurdistanê de ragihandine û 20 berbijarên nû yên serbixwe jî bo beşdarîkirina di van hilbijartinan de navê xwe tomar kirine.

Cumane Qelay Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand: Heta niha 2 partiyên nû ji bo beşdariya di dewra şeşemîn a hilbijartinên Parlemana Kurdistanê de amadetiya wxe ragihandine. 

Wê got ku 20 namzedên din ên serbixwe jî ji bo beşdariya di vê hilbijartinê de navê xwe tomar kirine û proseya tomarkirina namzedan û tevgerên siyasî berdewam e.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê destnîşan kir: Di nav wan aliyên ku hilbijartin boykot kiribûn, tenê Partiya Demokrata Kurdistanê amadebûna xwe ji bo beşdariya di hilbijartinan de ragihandiye.Herwiha heta vê gavê, berbijarên  kêmîneyan navê xwe ji bo bidestxistina 5 kursiyên kêmîneyan tomar nekirin.Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê  5ê Îlonê ji bo lidarxistina hilbijartinên gera şeşem a Parlemana Kurdistanê pêşniyar kiriye, lê heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja lidarxistina van hilbijartinan raneghandiye.

 

Serepeyv