Şêwirmendê Yekitiyê di karûbarên enerjiyê de: Pirsgirêka niftê û hinardekirina wê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê siyasî ye
Şêwirmendê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê tekez kir, ku pirsgirêka niftê û hinardekirina wê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, pirsgirêkeke siyasî ye.
Behcet Ehmed di gotûbêja bi ajansa nûçeyan ya Bexda El-Yewmê re ragehand ku, mijara destpêkirina şandina nifta Iraqê ti têkiliya xwe xwe bi rêketina darayî ya vê dawiyê ya Bexda û Hewlêrê tine, ku dayîna mûçeyên karmendan bo mideha sê mehan têde heye.
Wî got: Pirsgirêka şandina nifta Iraqê pirsgirêkeke siyasî ye, ne aborî û teknîkî , lewma nayê pêşbînîkirin ku di demeke nêzîk de hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê dest pê bike. ji ber ku Tirkiye dê di demek nêzîk de bo hinardekirina niftêgelek hincetên curbicur hebe.
Pêştir Alp Erselan Bêreqdar ,Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê di 14ê Îlona 2023an de ragihandibû, ku boriya niftê ya di navbera Iraq û Tirkiyê de, dê di demeke nêzîk de ji aliyê teknîkî ve ji bo xebatê amade bibe û dê rewş bo hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê xweş bibe.
Hevgav Mehmûd El-Heyanî, endamê hevpeymaniya Fetih a Iraqê di hevpeyvînekê de amaje bi vê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê erkên xwe yên derbarê radestkirina dahatên niftê ûû dergehên sînorî cih nayne û got: Qeyrana miaşa Karmendên Herêma Kurdistanê tenê dê bi destwerdana Bexdayê û Wezareta Darayî ya Iraqê li karûbarên karmendên Herêma Kurdistanê dê çareser bibe.