Tebax 25, 2023 10:40 Asia/Tehran
  • Hişyariya derbarê berfirehbûna êrîşên Tirkiyê bi xwefiran ser axa Herêma Kurdistana Iraqê

Hevgavê seredana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê bo Iraq û Herêma Kurdistanê, hin ajansên nûçeyan ên navneteweyî derbarê berfirehkirina êrîşên Tirkiyê bi xwefiran ser rê û derdora bajaran û gundên Herêma Kurdistana Iraqê agahî dan.

 

Ajansên nûçeyan ên Reuter, Associated Press û Francpressê,  ragihandin ku berfirehkirina operasyonên Tirkiyê li nav Herêma Kurdistana Iraqê, hevgavê  hizûra du wezîrên wezîrên kabîneya hikûmeta Erdogan li vê navçeyê,  bê heger  nîne û ev yek nîşana êrişa bê tirs a Enqerê  ser Herêma Kurdistanê bi behaneyarawestana li himber PKK’ê dane zanîn. 

Ajnasên hanê yek ji mijarên girîng ên  gotûbêja di navbera Wezîrê Derve yê Tirkiyê û rayedarên Hewlêr û Bexdayê de rawestana li himber  PKKê dane zanîn. 

 Ajansa nûçeyan a Reutersê amaje bi kuştina herî kêm  a 7 endamên PKK ji aliyê xwefirên Tirkiyê û her wiha hevdîtina Hakan Fîdan Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi rayedarên payebilind ên hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê re kir û ev êriş kêmmînak daye zanîn. 

 Ajansa nûçeyan a Fransayê bal kişand ser vê yekê ku Tirkiye hewl dide Bexda û Hewlêrê li nav axa Iraqê bona rawestana li ber  PKKê  tev xwe  hevrê bike û derbarê hewildana  Tirkiyê bona hevkariya zêdetir a hikûmeta Iraqê derbarê vê mijarê agahî da. 

 Vê ajansê îdia kir ku Hewlêr û Bexda ji bo parastina  peywendiyên aborî yên bi Tirkiyê re, kiryarên leşkerî yên vî welatî li Iraqê û Bexda piştguh dikin û hema  tenê bi   çend daxuyaniyan êrişên esmanî yên Tirkiyêser navçeyên curbicur ên  Iraqê şermezar dikin.

Eva di halkeî de ye  raya giştî ya Iraqê û komên siyasî yên vî welatî bi tundî dijberê êrişên leşkerî yên rojane yên Tirkiyê ser axa Iraqê ne û bi  caran derbarê vê yekê hişyarî dane Tirkiyê.

Hevgav ajansa nûçeyan a Reuters-ê hişyarî da ku êrişên esmanî yên Tirkiyê bi hinceta rawestana li ber  PKKê li Iraqê ji  navçeyên çiyayî ser  bajar, gund û rêyên sereke  yên Herêma Kurdistanê berfireh bûne.

Tirkiyê di van salên dawiyê de bi hinceta serkutkirina PKKê, beşeke berfereh ji axa Iraqê bi taybetî li Herêma Kurdistanê dagir kiriye û di encama êrişên wê yên rojane, ji bilî wêrankirinabinesaziyên  navçeyên sînorî yên Iraqê, bi sedan gund jî  hatine vala kirin.

Serepeyv