Tirkiyê ji Herêma kurdistanê xwestiye ku kirêya boriyên niftê bide
Wezareta Niftê ya Iraqê ragihand ku bo çareserkirina hemî pirsgirêkên ku Tirkiye îdia dike di boriyên niftê yên Herêam Kurdistanê hene, amadetiya xwe heye.
Wezareta niftê ya Iraqê ji şanda Tirkiyê re ragihand ku ew bo çarserkirina hemî pisrgirêkên ku Tirkiye îdia dike di boriyên niftê de hene amade ne û got ku Tirkiye daxwaza wergirtina kirêya sê mehên derbasbûyî yên boriyên niftê yên Herêma Kurdistanê dike.
Şandeke Wezareta Enerjî û çavkaniyên xwezayî yên Tirkiyê vê dawiyê sefera Bexdayê kir û bi şandeke Wezareta niftê ya Iraqê re bi amadebûna Nunerê Herêma kurdistanê hevdîtin pêk anî lê gotûbêjên di vê hevdîtinê de bêencam bûn.
Nêhro Mehmûd, Alîkarê Serokê Komîsyona Nift û gazê li parlemana Iraqê got: Aliyên Tirkiyê derbarê vê yekê de ragihandin ku hinek pirsgirêkên teknîkî hene û ji ber ku midehek e hinardekirina niftê hatiye rawestandin boriyên niftê ziyan dîtine lewma hîna hinardekirina nifta Herêma kurdistanê destpê nekirine.
Nêhro Mehmûd her wiha got: di hevdîtina şanda Tirkiyê û Wezareta Niftê ya Iraqê tev nunerê Herêma kurdistanê, Tirkiyê nexwestiye ku li xisareta ku dadgeha Parîsê ser vî welatî de sepandiye, xweş bibe lê xwestiye ku Iraq, diravê çend mehên ku hinardekirina nifta herêmê hatiye rawestandin, bide.
Hevgav Endamê Komîsyona Nift û Çakaniyên xwezayî li parlemana Iraqê ragihad ku Tirkiyê sê şert bo destpêkirina hinardekirina nifta herêma kurdistanê ji riya bendera Cêyhanê kivş kirine.
Senah Subhî, Endamê Komîsyona Nift û Çakaniyên Xwezayî li parlemana Iraqê got: Yekim şert, dev berdana ji xisaretekê ye ku Dadgeha Parîsê bo welatî birriye, şertê didyan, parastina heqê Tirkiyê di peyamana veguhestian niftê de ye.
Şertê sisyan jî ew e ku divê Tirkiye wek welatê sisyan, di vê pêvajoyê de rola xwe hebe.