Hişyariya kompaniyên biyanî yên niftê li Herêma Kurdistana Iraqê
Kompaniyên biyanî yên niftê, hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê hişyar kirin ku tenê eger ku hinardekirina niftê ji nû ve destpê bibe û pirsgirêkên dayîna miaşê ji holê rabin, amade ne ku di vê navçeyê da bi tamî çalakiyan bikin.
Hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê, ji du mehan berî nika ve hatiye sekinandin. Kompaniyên biyanî yên çalak li Herêma Kurdistana Iraqê ku di rojên destpêka girêdana boriya veguhestina nifta Herêma Kurdistana Iraqê bo Tirkiyê, niftê di tankêran da zimhêr kirin, bi dewama girêdayîbûna boriya veguhestina niftê ya Herêma Kurdistana Iraqê bo Tirkiyê, asta derxistina niftê kêm kirin.
Anegorî rapora belavoka Enerjî Voisê, herîkêm çar kompaniyên DNO, Şamaran, Cenêl Enerjî û Golf Kêyston, hikûmeta Herêma Kurdistanê hişyar kirine heta dema ku hinardekirina niftê ji nû ve destpê nebe û miaşê wan ê paşdamayî, neyê dayîn, wê sermayedanîna ldi pişka niftê ya Herêma Kurdistanê bigihînin asta herîkêm yan jî wê çalakiya li vê herêmê bidin sekinandin.