May 06, 2023 16:00 Asia/Tehran
  • Seroka Fraksiyona Tevgera Nifşa nû: Hilbijartinên parlemana Kurdistanê dê di dema xwe ya qirarkirî de neyên lidarxistin

Seroka Fraksiyona Tevgera Nifşa nû li parlemana Iraqê got: Hilbijartinên parelamna Kurdistanê dê di dema xwe ya qirarkirî de neyên lidarxistin jiber ku du partiyên sereke yên serdest li Herêma kurdistanê, naxwazin ev hilabijartinan bên lidarxistin.

Sirwe Ebdulwahid, di hevpevînekê got: Me dosyek şandiye dadgeha Federal a  Iraqê dijî direlkirina  dewreya  parlemana Kurdistanê û em li benda dengê vê dadgehê derbarê neqanûnîbûna  vê kiryarê nem ji ber ku  Herêma kurdistanê nabe bêyî parleman bîmîne û divê têde hilbijartinên parlemanî were lidarxistin an civaka cîhanî Hewlêr neçar bike ku  hilbijartinê li dar bixe. 

 Seroka Fraksiyona Tevgera Nifşa nû li parlemana Iraqê  derbarê pêbendiya hikûmeta Herêma kurdistanê  li hikmên dadgeha Federal a  Iraqê derbarê hinardekirina nifta herêmê jî got: Hewlêr carnan neçar dibe pêbendî van hikman bibe lê carnan van hikman cih nayne. 

 Ger çi PDK û YNK wek du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê îdia dikin ku daxwaza lidaxristina  hilbijartinên parlemanî yên herêmê dikin lê dijberên wan ser vê bawerê ne ku  hema ev du partî bi mehneyên curbicur pêşiya liadrxistina  hilbijartinên parlemana  Herêma kurdistanê girtine. 

 

 

Serepeyv