Wezîrê Daraya Herêma Kurdistanê: Me diravê pêdivî bo dana mişaşa Nîsanê ya kedkaran tine
Wezîrê Darayiyê yê Herêma Kurdistanê bal kişand ser vê yekê ku hîna ji Bexdayê diravek wek bûdce ji bo Herêmê nehatiye şandin û got: Me diravê pêdivî bo dabînkirina mişaşa Meha Nîsanê ya kedkadarn tine.
Awat Şêx Cenab, derbarê mijara wergirtina 400 milyar dînar ji Bexdayê jî got ku roja yekşemiyê, me bi Bexdayê re derbarê vê meselê goûbêj kir, lê hîna tu pereyek nehatiye şandin.
Wezîrê Darayiyê yê Herêma Kurdistanê, her wiha got: Ger Iraq, dosiyên me yên niftê bi deyn û kêmasiyên wê werbigre, em bo bidestxistina rêketinê derbarê niftê amade ne.
Wî got: Derbarê bûdceyê me bi caran li hev kiriye û şanda hikûmeta Iraqê ew qebûl kiriye.
Wî di bersiva pirsekê derbarê mişaşa meha Nîsanê ya kerdkarên Herêma Kurdistanê jî got: Niha me 400 mîlyar dînar pere heye, 70 heta 80 milyar jî ji meha derbasbûyî maye, ku eva bi tenê, yê têra dabînkirina miaşa kedkarên herêma Kurdistanê neke.