Lihevkirina PDK û YNK’yê têkildarî 3 mesele ji 4 meseleyên têkildarî hilbijartinan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i340128-lihevkirina_pdk_û_ynk’yê_têkildarî_3_mesele_ji_4_meseleyên_têkildarî_hilbijartinan
Endamekî Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku PDK û YNK’yê di civîna vê dawîyê da têkildarî 3 mesele ji 4 meseleyên têkildarî hilbijartinan li hev kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 14, 2023 15:07 Asia/Tehran
  • Lihevkirina PDK û YNK’yê têkildarî 3 mesele ji 4 meseleyên têkildarî hilbijartinan

Endamekî Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku PDK û YNK’yê di civîna vê dawîyê da têkildarî 3 mesele ji 4 meseleyên têkildarî hilbijartinan li hev kirin.

Endamê YNK’yê ‘Xîyas Sûrçî’ di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçeyan a Al Maloome’yê da got: “Berpirsên Nivîsgeha Hilbijartinan a YNK’yê li polîtbîroya YNK’yê ya Hewlêrê bi berpirsên Dezgeha Hilbijartinan a PDK’yê ra hevdîtin pêk anîn ku di vê civînê da 4 meseleyên têkildarî hilbijartinan hatin hilkolandin û wan li ser 3 mijaran li hev kirin.”

Sûrçî herwiha got: “YNK û PDK’yê li ser lidarxistina hilbijartinên parlimana Herêma Kurdistanê li 4 bazineyên Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Helebçê li hev kirin û ragihandin ku ew 4 bazine bi mercê ku hilbijartin îsal bên lidarxistin, yê nîv-vekirî bimînin.”

Sûrçî herwiha got: “YNK û PDK’yê di civîna vê dawîyê da li ser xala çaran a têkildarî pişka 11 kursîyên kêmîneyan li hev nekirin.”