Sirwe Ebdulwahid: “Wezîrê Avedankirin û Avahîyan gumana gendelîyê li ser heye”
Endama Komîsyona Pakdestîyê ya Parlimana Iraqê Wezîrê Avedankirin û Avahîyan ê vî welatî tawanbar kir ku gumana gendelîya di peymanên vê wezaretxanê da ser wî heye.
Nivîsgeha “Sirwe Ebdulwahid” Endama “Komîsyona Pakdestîyê” ya Parlimana Iraqê ku ser bi “Tevgera Nivşa Nû” ye, di daxûyanîyekê da ragihand ku 2 rojan berî nika rûpela Sirwe Ebdulwahidê ya twîterê ji ber belavkirina raporekê têkildarî artêşên sayberî yên gendelan ku tê da amajeyî gendelîya di Wezareta Avedankirin û Avahîyan a Iraqê hatibû kirin, hat daxistin.
Vê nivîsgehê herwiha ragihand: “Em bi dengekî bilind dibêjin ku diravê gel sipartine me, lewma em rê û sazîyên qanûnî û fermî digirin ber xwe, di halekî da ku ew bixwe rêya sextekarî û derewan didin ber xwe; em ser helwesta xwe ya xizmetguzarîya bo wan kesan in ku bawerîya xwe li me anîne.”
Ji hêla din va, Wezîrê Avedankirin û Avahîyan ê Iraqê “Bengîn Rêkanî” jî li rûpela xwe ya twîterê nivîsî: “Eva balkêş e ku hin kes ji Komîsyona Pakdestîyê dixwazin ku lêkolînê derheq dosyeyeke di sala 2021ê da bike, di halekî da ku dizanin ew komîsyona û Wezaretxaneya Avedankirin û Avahîyan a Iraqê demeke dirêj e di vî warî da lêkolîn dike.”