Çile 12, 2023 13:55 Asia/Tehran
  • “10 doz dijî kompaniyên niftê li Herêma Kurdistana Iraqê hatine amadekirin”

Hikûmeta Federal 10 doz dijî kompaniyên niftê yên çalak li Herêma Kurdistanê amade kirine

Parlimanterên Iraqê ragihandin ku Hikûmata Federal a Iraqê 10 doz dijî kompaniyên çalak ên niftê li Herêma Kurdistana vî welatî amade kirine.

Soran Umer, parlimanterê Parlimana Iraqê ragihand, Hikûmeta Federal a Iraqê ti peyman yan agahiyên amarî di warê kirrîn û firotina niftê da nade ber destê Dîwana Çavdêriya Darayîyê ya Iraqê. Li hember vê yekê hikûmeta Bexdayê 10 doz dijî kompaniyên niftê yên çalak li Herêma Kurdistanê amade kirine û bêyî hevhatina li ser mijara nift û gazê û tenê bi dayîna hikmê siyasî, par û pişka bûceya Herêmê wê neyê şandin.

Soran Umer, di rûpela xwe ya fermî li Facebook’ê ragihand: “Piştî lêkolînên li bara çawaniya serederiya Wezareta Niftê ya Iraqê li ser fermana Dadgeha Federal li bara îbtalkirina qanûna nift û gazê ya Herêma Kurdistanê, wezareta niftê amaje dike ku Herêma Kurdistanê ragihandiye ti agahiyek ji amara berhemanîn û firotin û peymana niftê nade ber destê Dîwana Çavdêriya Darayîya Iraqê, her ji ber vê yekê wezareta niftê ji wezareta darayîyê dixweze ku bixwe li ser cihatina fermana Dadgeha Federal ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi qasî têrê çavdêriyê bike.”

Soran Umer got: “Wezareta niftê 12 name ji bo serokê hikûmetê û Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî û Wezareta Darayîyê û navendên din ên Herêmê ku bi hikûmeta Federal re têkiliya wan heye, li ser cihatina hikmê Dadgeha Federal şandine.”

Soran Umer li bara amadekirina dozên dijî kompaniyên niftê ku li Herêma Kurdistanê çalak in, ragihand: “Wezareta niftê 10 doz dijî van kompaniyan amade kirine.”

 

 

Serepeyv