“YNK pêbendî bernameya Sûdanî ya çareserkirina pirsgirkên mayî ye”
Çile 05, 2023 18:34 Asia/Tehran
Endamê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li ser pêbendbûna vê partiyê li bernameya hikûmeta Muhemed Şiya Sûdanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de pêgîrî kir.
Burhan Şêx Reûf, li hevpeyvîna bi Radiyo El Merbed a Iraqê re herwiha got: YNK pêbendî bernameya hikûmeta Sûdanî ya ji bo çareserkirina pirsgirkên mayî di navbera dewleta Federal û Herêma Kurdistanê ye û wê pêbendbûnê ji bo çareserkirina pirsgirêkên din ên di navbera her du aliyan de pirr girîng dizane.
Reûf herwiha got: YNK pêbendî bernameya taxima wezîran a Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî yên di navbera Bexda û hewlêrê de ji wan bûceya Herêma Kurdistanê û qanûna nift û gazê ye.