Kanûn 21, 2022 19:00 Asia/Tehran
  • Peywendîyên aborî navbera Qesirşirîna Îranê û Germîyana Iraqê berfireh dibin

Sergêrê Qayîmeqamtîya Qesirşirîna Îranê di civîneke digel Cîgirê Parêzgarê Germîyana Iraqê û desteyeke ticarî û aborî ya vî welatî da pêgirî ser pêwîstîya pêşxistina peywendîyên ticarî û aborî û jordabirina asta danuistandinna bi rêya derîyê sînorî yê Pervîzxan’ê wek armanca hevpar a Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê kir.

Sergêrê Qayîmeqamtîya Qesirşirîna Îranê, Mihemed Hêyderî li rex civîna digel Cîgirê Parêzgarê Germîyana Iraqê, Ramyar Mihemed û desteya aborî-ticarî ya bi wî re ku li derîyê sînorî yê Pervîzxan’ê pêk hat, got: Me basa meseleyên girîng ên ticarî, bazirganî û xurtkirina peywendîyên dualî kir.

Cîgirê Parêzgarê Germîyana Iraqê, Ramyar Mihemed jî di vî warî da got: Em bi armanca pêşxistin û berfirekirina peywendîyên bi rêya derîyên sînorî li Pervîzxan’ê hewil didin û dişêwirin.

Qesirşirîn li rojavayê parêzgeha Kirmaşanê ya Îranê ye ku zêde ji 27 hezar kes nifûsa wî ye û 186 kîlomêtir sînorê hevpar di navbera wî şarî û Iraqê da heye ku li ser sînorê di navbera her du alîyan da 2 derîyên sînorî yên fermî û çalak hene, bi navê Xosrewî û Pervîzxan. Derîyê sînorî yê Xosrewî’yê digel hikûmeta navendî hevsînor e û Pervîzxan jî ser sînorê Herêma Kurdistana Iraqê ye.

 

Serepeyv