Artêşa Tirkiyê êrîşa asimanî bir ser Amêdiya Dihokê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i338083-artêşa_tirkiyê_êrîşa_asimanî_bir_ser_amêdiya_dihokê
Çavkaniyên nûçeyan ragihand ku artêşa Tirkiyê navçeya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistana Iraqê careke din da ber êrîşê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 11, 2022 09:40 Asia/Tehran
  •  Artêşa Tirkiyê êrîşa asimanî bir ser Amêdiya Dihokê

Çavkaniyên nûçeyan ragihand ku artêşa Tirkiyê navçeya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistana Iraqê careke din da ber êrîşê.

Li gorî nûçeya Kanala El-Meyadînê, Artêşa Tirkiyê Şemiyê bi şev careke din navçeya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistana Iraqê bi behaneya hebûna PKK'yê da ber êrîşên asimanî.

Tirkiye ev demeke dirêj e ku b behaneya şerê dijî PKK'yê yakparçetiya axa Iraqê binpê dike.

Enqere PKK'yê wek berpirsa mirina zêde ji 40 hezar hemwlatiyên Tirkiyê dizane. Ev di rewşekê da ye ku gelek navçeyên bakûrê Sûriye û Iraqê jî jin ber êrîşên artêşa Tirkiyê ji niştecihan vala bûne.