Kanûn 05, 2022 14:44 Asia/Tehran
  •  Sûdanî ji bo bidawîanîna qaçaxa ardûyê dem bo Hewlêrê diyar kir

Nûnerekî parlimana Iraqê ragihand ku serokwezîrê Iraqê ji bo bidawîanîna qaçaxa ardûyê ji Herêma Kurdistana vî welatî ra dem diyar kiriye.

Casim Mûsewî endamê parlimana Irqê ji Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê got: Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê têkildarî biserûberkirina hinardekirina niftê ji Herêma Kurdisatna vî welatî bi berpirsên wê ra li hev hatiye.

Mûsewî got: Serokwezîrê Iraqê şeş meh ji Herêma Kurdistanê ra dem diyar kir ku mijara qaçaxa ardûyê bi dawî bîne û meseleya hinardekirinê qanûnî bike.

Casim Mûsewî got: Ev diyarkirina dema şeşmehî bo rêberên Herêma Kurdistana Iraqê ji bo vê ye ku ew bikarin hinardekirina niftê tenê bi rêya kompaniya Somoyê pêk bînin.

Li gorî gotina vî nûnerê iraqî, ev biserûberkirin bi rêya kemilandina qanûna nift û gazê ya têkildarî Herêma Kurdistanê digihêje encamê da ku hinardekirina nifta Iraqê tam were kontrolkirin, ji ber ku dewleta nû dê îzna qaçaxa niftê û hinardekirina neqanûnî û derveyî çarçoveyên dewletê nede Herêma Kurdistanê.

Hêjayî gotinê ye pêştir jî nûnerên parlimana Iraqê ragihandibû ku rojane 450 hezar bermîl nift ji Herêma Kurdistana Iraqê bo Rejîma Siyonîst tê qaçaxkirin.

Ji aliyê din va, çavkaniyekî iraqî got ku dewleta Muhemed Şiya' Sûdanî bi rêya Wezareta karên hundir dest bi veguhestin an guherîna hejamreke zehf a efser û fermandarên leşkerî û ewlehî kiriye.

Vî çavkaniyê ewlehiyê yê Iraqê qala paqijkirina berfireh a saziyên ewlehî û leşkerî ji aliyê serokwezîrê vî welatî kir û got: Dewleta Sûdanî 719 efser bi pileyên cûr bi cûr û 30 hezar leşker di rêzên cûr bi cûr ên ewlehî, istixbaratî û parastina kesayetiyan veguhestine cihên din, her wiha hejmareke mezin a wan ji kar hatine avêtin.

 

Serepeyv