Kêşeyên Hewlêr-Bexdayê ji pirsgirêkên sereke yên dewleta Iraqê ya nû
Navenda Erebî li Waşîngtonê di şiroveyekê da derbarê rewşa Iraqê di dewleta vî welatî ya nû da, pirsgirêkên li pêşberî vê dewletê vekolandine.
Li gorî rapora Kurd Press'ê, Vê ramangehê ji pirsgirêkên li pêşberî dewleta El-Sûdanî çaresernebûna kêşeyên di navbera dewleta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê daye zanîn. Loma, karê dewleta Iraqê ya nû ji bo çareserkirina van kêşeyan dijwar e.
Vê ramangehê hişyarî daye ku ku pirsgirêka çareserkirina kêşeyên digel Herêma Kurdistana Iraqê li ser çavkaniyên enêrjî û bûdceyê, derdem piştî kemilîna dewletê dê derkevin pêşberî Sûdanî.
Navenda Erebî ya Waşîngtonê bal kişandiye ser vêya ku hin tevgerên li nav dewleta nû li dijî dayîna puen û serpişkiyan bo Hewlêrê ne, ev mesele wek berbendeke li ser rêya çareserkirina kêşeyên çend salî li navbera Hewlêr û Bexdayê destnîşan kiriye.
Li gorî vê şiroveyê, ji ber gurrbûna nakokiyên di navbera du partiyên serdest li Herêma Kurdistana Iraqê, ji niha va meseleya kemilandina wezîrên kabîneya Sûdanî, ji ber kêşeya van du partiyan li ser pişk û para wan li kabîneyê tûşî pirsgirêkê bûye.