Cotmeh 28, 2022 13:24 Asia/Tehran
  • Binyata Observer Research'ê derbarê pêşeroja çavkaniyên enêrjiyê li Herêma Kurdistana Iraqê hişyarî da

Binyata Observer Research'ê hişyarî da, eger sermayeguzariyeke berbiçav di warê neft û gaza Herêma Kurdistana Iraqê pêk neyê, ev herêm di pêşerojê da dê tûşî kêmbûna çavkaniyên darayî ya giran bibe.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Binyata Observer Research'ê di raporeke dirêj da ku li ser rewşa berhemanîna neft û gazê li cîhanê weşandiye da, beşeke biçûk jî ji bo rewşa van çavkaniyan li Herêma Kurdistana Iraqê terxan kiriye.

Vê navendê hişyarî daye ku eger sermayeguzariyeke nû pêk neyê, berhemanîna nefta xav li Herêma Kurdistana Iraqê dê heta sala 2027an bibe nîvî.

Observer Research'ê her wiha hişyarî daye ku, di rewşeke wiha da dê asta derfirotina nefta xav a vê herêmê heta 240000 bermîl di rojê da kêm bibe.

Ji aliyê din va Binyata Observer Research'ê pêşbînî kiriye ku eger sermayeguzarî li bîrên neftê yên Herêma Kurdistana Iraqê pêk were, asta derfirotina nefta xav ji aliyê vê herêmê dê heta 530000 bermîl di rojê da zêdetir bibe.

Vê navendê hişyarî daye, li gorê girêdayîbûyî giran a hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê bi derhata ji ber firotina neftê, eger sermayeguzariya nû pêk neyê, Hewlêr di pêşerojeke nêzik da tûşî qeyrana darayî ya giran bibe.

 

 

Serepeyv