Dijayetiyên li hemberî dirêjkirina heyama çalakiya Parlimana Herêma Kurdistanê berdewam in
Li gorî gotina nûnerekî Nifşa Nû li Parlimana Herêma Kurdistanê, dirêjkirina heyama çalakiya vê parlimanê li dewsa lidarxistina hilbijartina nû neqanûnî ye.
Li gorî rapora Kurd Pressê, partiyên siyasî yên Herêma Kurdistana Iraqê nekarîne li ser reforma qanûna hilbijartinê li hev bikin, ji ber vê yekê du partiyên serdest bi saya dengê pirraniyê heyama parlimana heyî bi qasî zêdetir ji salekê dirêj kir.
Hin partiyên dijber dijayetiya xwe ya aşkira digel dirêjkirina heyama çalakiya Parlimana Herêma Kurdistanê ragihandiye û heta gef xwarine ku nûnerê wan dê istîfa bikin. Hin partiyan jî ev biryar neqanûnî daye zanîn.
Sîpan Amêdî nûnerê tevgera Nifşa Nû li Parlimana Herêma Kurdistanê ji Kovara New Arab'ê ra gotiye ku, em li dijî dirêjkirina heyama çalakiya parlimanê bûn, lê du partiyên serdest li Herêma Kurdistanê bi saya dengê pirranî li parlimanê, ev biryara neqanûnî bi 80 nûner ji 111 nûneran pesend kiriye.
Wî tekez kir ku partiya wî dê hemî civînên parlimanê piştî bidawîhatina heyama niha ya çalakiya wê boykot bike.
Şêrko Cewdet nûnerê Yekgirtûya Îslamî jî çalakiya nûneran li Parlimana Herêma Kurdistanê piştî bidawîhatina heyama wê ya qanûnî wek xiyaneta nûneran li dengderan daye zanîn.
Vê kovarê kiryara partiyên serdest ji bo dirêjkirina heyama çalakiya Parlimana Herêma Kurdistanê bi behaneya hewildana ji bo amadekirina qanûna bingehîn wwek sebeba duberetiya herî zêde li nav partiyên Herêma Kurdistana Iraqê daye zanîn.