Li navenda bajarê Hewlêrê yê Kurdistana Iraqê teqînek pêk hat
Li taxeke Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê îro otomobîlek teqiya. Dije Terora Herêma Kurdistanê ragihandiye, teqîn ji ber bombeyekê bûye û di teqînê de kesekî canê xwe ji dest daye û 4 kes jî birîndar in.
Îro danê nîvro li taxa 32 Park a bajarê Hewlêrê otomobîlek teqiya.
Di encama teqînê de kuştî û birîndar hene. Li gor zanyariyên Rûdawê, kesê ku di teqînê de canê xwe ji dest daye, navê wî Hawkar Ebdullah Resûl, 41 salî bi pileya Eqîd efser bûye di Dije Terora YNKê de.
Şahidekî bûyerê ji Rûdawê re got, “Em li malê bûn, me dengekî bilind bihîst, dema em çûn me dît otomobîlek teqiyaye û kesek jî di nav de maye.”
Dije Terora Herêma Kurdistanê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, “teqîn bi sedema bombeyekê bûye ku bi otomobîlê ve hatibû zeliqandin.”
Li gor daxuyaniya Dije Terora Herêma Kurdistanê, di teqînê de şofêrê otomobîlê canê xwe ji dest daye û 4 kes jî birîndar bûne, ku 2 ji wan jin û du kes jî zarok in.
Şahidekî bûyerê ji peyamnêrê Rûdawê re ragihand, “Destpêkê otomobîl teqiya û paşê li stûna elektîrkê ket. Şofêr Kurd e û xelkê Hewlêrê ye, xwîşka wî ku di nava otomobîlê de pê re bû, navê wî dianî û digiriya.”
Li gor hin şahidên din ên bûyerê, hevjîn, xwîşkek û du zarokên wî kesî di nav otomobîlê de pê re bûne.
Pêştir di destpêka bûyerê de Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji Rûdawê re gotibû, “sedema teqîna otomobîlê nayê zanîn, lê li gor zanyariyên destpêkê şofêr canê xwe ji dest daye.”