Îlon 24, 2022 11:58 Asia/Tehran
  • YNK navê hêzeke xwe guhert

Bidû zextên Amerîka û Birîtanîyayê ser PDK û YNK da jibo yekkirina hêzên Pêşmerge di çarçova Wezareta Pêşmerge da, YNK navê Yekîneya 70ê ya Pêşmerge li çend cihan guhert.

 

Li gorî çavkanîyên li Herêma Kurdistana Iraqê, YNK navê beşeke zêde ya hêzên Yekîneya 70yê guhert û navê Fermandetîya Hêzên Yedek lê kir.

 Herwiha YNK dixwaze beşeke zêde ya hêzên xwe di çarçova lîwayên Wezareta Pêşmerge da bixe bin desthilata wê wezaretxaneyê da û yên mayî jî yê li navçeyên curbicur ên Herêma Kurdistanê da parve bike û fermandeyên nû ji bo wan destnîşan bike.

Herwiha dê Fermandetîya Hêzên Yedek bi awayekî rasterast di bin kontrol û sergêrîya Bafil Talebanî Serokê YNK da be.

Çend rojan berî nika Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di dema wajokirina liyêkgiheştinameyeke di navbera Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê da got: Ez hez dikim hemî alîyan dilnîya bikim ku tevî hemî dijwarî û zehmetîyan, em ciddî ne û pabend in ku hêzên Pêşmerge bikin yek û vê demajoyê ser bixin û ji vê biryarê nayên xwarê.