Îlon 09, 2022 13:28 Asia/Tehran
  • Ziyaretkirên Erbeyînê ji Îranê bi rêya Herêma Kurdistanê xwe digihînin Kerbelayê

Herêma Kurdistana Iraqê bo cara yekem pêşwaziyê ji ziyaretkirên Erbeyîna Îmam Husên (S) dike ku ji Îranê berê xwe didin Kerbelaya Muela.

20ê meha Sefera 1444an a Koça Heyvî hevdem, digel 17ê Îlona 2022an, roja çilem a şehîdbûna Îmam Husên (S) û hogirênn wî yên sozdar li çolistana Kerbelayê ye ku wek Erbeyînê anku Çilem tê naskirin.

Hejmareke zehf a misilman û şopînerên olên din ên xwedayî di salên berê da bi peyatî xwe digihandin tirba Îmam Husên (S) a paqij li bajarê Kerbelayê.

Îsal jî ziyaretkiran ber xwe daye vî bajarî û bo cara yekem ziyaretkirên îranî bi rêya derbasgeha navneteweyî ya Başmax û Hecî Umeranê derbasî Herêma Kurdistana Iraqê bûn û ji aliyê parêzgarê Hewlêrê û serkonsûlê Îranê li Hewlêrê va hatin pêşwazîkirin.

Umîd Xoşnaw, qayîm meqamê Hewlêrê roja Pêncşemiyê di gotûbêja bi Al-Alamê ra got: Ziyaretkir birayên me ne û Kurdistan mala wan e; Em hertim amadeyî raberkirina xizmetan bo wan in.

Nesrullah Reşnûdî serkonsûlê Îranê li Hewlêrê jî got: Dema ziyaretkirên îranî ji derbasgeha sînorî ya Hecî Umeranê derbasî Iraqê dibin, birayên me li Kurdistana Iraqê bi başî mzûvaniya wan dikin û di roja duyem da bi erebeyên iraqî bo Kerbelayê tên veguhestin.

 

Serepeyv