Tebax 30, 2022 08:34 Asia/Tehran
  • Barzanî: Bila hemû alî ser hemdê xwe bin û gotûbêjên neteweyî bidomînin

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê tevî diyarkirina nîgeraniya xwe ji bûyerên vî welatî, ji hemû aliyan xwest ku ser hemdê xwe bin û gotûbêjên neteweyî pêk bînin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya kanala El-Meyadînê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê tekez kir: Ez bi baldarî û nîgeranî alûgorên siyasî û ewlehiyê yên Bexdayê û navçeyên din dişopînim.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê her wiha got: Xwenîşandana aram û aştiyane mafekî qanûnî ye, lê kêşe û betalkirina saziyên dewletê dê tu pirsgirêkekê li Iraqê çareser neke.

Barzanî her wiha got: Hêzên ewlehiyê divê bi baldarî tev bigerin û nehêlin ku xwenîşandan bibe behaneyek ji bo gurrbûna kêşeyê.

Wî her wiha got: Rewşa welêt pêwîstî bi hişyariya herî zêde û cihanîna gotûbêjên neteweyîû berpirsyarane û hevkariya komî heye da ku rewş ji bin kontrolê dernekeve.

Hêjayî gotinê ye, roja Duşemiyê piştî daxuyaniya destkişandina Muqteda Sedir ji çalakiyên siyasî li Iraqê, alîgirên Sedir êrîşî ser koşka serokomartiyê li Taxa Kesk a Bexdayê kir û çend saet piştra û piştî kontrolkirina koşka serokomartiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê va, alîgirên Muqteda Sedir paşvekişiyana ji Taxa Kesk a Bexdayê dest pê kirin.

 

 

Serepeyv