Li nêzîkî parêzgeha Kerkûkê pêşmergeyek bi hovane hat kuştin
Çeteyên ku tê texmînkirin çeteyên DAIŞ’ê bin, li nêzîkî parêzgeha Kerkûkê du pêşmerge revandin. Danê sibê cenazeyê pêşmergeyekî ku serê wî hatibû jêkirin, hate dîtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Roj Newsê, Çavkaniyekê ji polîsên Kerkûkê ji Rojnews’ê re ragihand ku şeva borî çend çeteyên nenas li nêzîkî bîrên neftê yên Cebel Borî yên li sînorê parêzgeha Kerkûkê du pêşmerge revandine. Heman çavkaniyê ragihand ku îro danê sibê cenazeyê yek ji wan bi awayekî serjêkirî hatiye dîtin.
Li gorî heman çavkaniyê pêşmergeyê din ê ku hatîye revandin heta niha aqûbeta wî nediyar e û hewlên ji bo dîtina wî berdewam in. Çavkaniyê da zanîn ku ew texmîn dikin bûyer ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hatibe.
Li gorî agahiyên hatîn bi destxistin pêşmergeyê ku cenazeyê wî hatî dîtin bi navê Elî Kake Ebdula Reza 39 salî ye. Pêşmergeyê din yên ku hatî revandin bi navê Aram Hadiye û heta niha jî ti agahî jê nehatiye girtin.