Tebax 22, 2022 17:49 Asia/Tehran
  • Binyada Brenthurst'ê derbarê xetera hilweşiyana Herêma Kurdistana Iraqê hişyarî da

Serokê Binyada Brenthurst'ê (Brenthurst Fondation) got: Hokarên weke deyna 35 miliyar dolarî ya Herêma Kurdistanê bi gelheya wê ya şeş miliyon kesî û gendelî, rêveberiya nedurist û nerazîtiya gel dikarin bibin ssebeba hilweşiyana Herêma Kurdistanê.

Greg Mills serokê Ramangeha Brenthurst'ê li Afrîqaya Başûr di nivîsarekê da derbarê kurdên Iraqê ku li Kovara Daily Maverick'ê hatiye weşandin, tevî raberkirina wwesifandineke qeyranî ji rewşa Herêma Kurdistanê, derbarê hilweşiyana siyasî û aborî ya vê navçeyê hişyarî da.

Vî karzanî  ku ji bo nivîsîna pirtûka xwe serdana Herêma Kurdistanê jî kiriye, rewşa niha ya kurdên Iraqê ji hêla siyasî va pêka beriya rejîma Sedam Husên bêmînak daye zanîn, lê tekez kiriye ku hewila Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûnê bi rêya lidarxistina Giştpirsînê di sala 2017an da karesateke siyasî-aborî ji bo vê herêmê pêk anî, ji ber ku vê herêmê derdora sedî 40 ji kewşena xwe ji dest da û tûşî dorpêçnûna siyasî û aborî ya Bexda û cînaran bû.

 

Greg Mills her wiha derbarê nebûna zelaliyê di çalakiyên siyasî û aborî li Herêma Kurdistanê ji kêşeyên desthilatdariyê li vê herêmê daye zanîn.

 

Serepeyv