Tebax 20, 2022 13:52 Asia/Tehran
  • Balafirên bêmirov ên Tirkiyê êrişî derdora Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê kirin

Çavkaniyên Iraqî ragihandin ku droneyên Tirkiyê êrişî devereke nêzîkî Hewlêrê li Herêma Kurdistana Iraqê kirin.

Li gor nûçeya Şefaq News; Çavkaniyên Iraqî ragihandin: Îro şemiyê danê sibê Tirkiyê êrişî devereke “Sîdkanê” ya ser bi bajarê “Soran” li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê kirin.

Li gorî vê raporê, ev êriş bi balafireke bê pîlot hatiye encamdan û heta niha, hejmara ziyanên mirovî û malî nehatine zanîn.

Ji aliyekê din ve şeva Înê, droneyên Tirkiyê êrişî bakurê bajarê Dihokê kirin, di encamê de mêrgên 2 gundên ser bi Amêdiyê şewitîn.

Grûpên berxwedanê yên Iraqê çendîn caran hişyarî dane Tirkiyê ku divê artêşa tirk Iraqê biterikîne û operasyona berxwedanê heta derxistina hemû leşkerên Tirkiyê dê berdewam bibe.

Serepeyv