‘Koçkirina welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ji sedê 40 zêde bûye’
Saziya Lutke ya Karûbarên Koçber û Penabaran ragihand ku tevî metirsiya zêde ya rêya koçberiya neqanûnî jî, koçberiya welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji sedê 40 zêde bûye. Tê gotin ku piştî sala 2020î rêje wiha zêde nebûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Roj Newsê, Saziya Lutke ya Karûbarên Koçber û Penabaran têkildarî koçberiya li Herêma Kurdistanê û Iraqê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê tevî ku rêya koçberiya derqanûnî metirsî ye jî welatî li ser koçberiya ber bi welatên derve bi israr in.
Saziya Lutke ya Karûbarên Koçber û Penabaran destnîşan kir ku di dawiya meha Tîrmehê û di destpêka meha Tebaxê de rêjeya koçberiyê zêde bûye û tê gotin ku bi taybet piştî êrişa Tirkiyeyê ya li ser geştiyarên Iraqê û deverên geştiyarê yên Herêma Kurdistanê û aloziya dawiyê koçberî zêde bûye.
Saziya Lutke ya Karûbarên Koçber û Penabaran destnîşan kir ku li gorî daneyan di nava 4 mehên borî de zêdetirî 18 hezar panaber ji bo gihîştina bo Ewropayê li ser Derya Sipî re derbas bûne û wiha tê gotin: “Xerabûna rewşa jiyana welatiyan, bêkarî, nebûna aramiyê, astengkirina koçkirina asayî sedemên sereke yên ji bo koçberkirina ciwanan in.”